Sanda Iraqê serdana Tirkiyê dike: Li ser masê çi mijar hene?
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, di derbarê civîna çaremîn a Mekanîzmaya Ewlekariyê bi Iraqê re ragihand: "Heftiya bê wê hevalên wezîr ji Iraqê û hevalên wezîr ji Tirkiyeyê dê li bin koordinasyona Wezîrên Karên Derve li Tirkiyeyê bicivin."
Wezîrê Tirk got, li ser maseya gotûbêjan ji enerjiyê heta avê, ji avê heta tenduristiyê, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê, ji têkoşîna li dijî terorê heta hevkariya ewlekariya leşkerî gelek mijar hene.
Fîdan, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Montenegroyê Ibrahimovic re, ku serdana fermî ya Tirkiyeyê kir re civiya û piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî ya hevpar hate lidarxistin.
"Çalakiyên me berdewam in"
Fîdan diyar kir ku wê şandeke Iraqê serdana Tirkiyeyê bike û wiha axivî: "Çalakiyên me yên zexmkirina têkiliyên me yên berdewam bi Iraqê re didomin. Me di vî warî de gavên girîng avêtin. Piştî 27 peymanên ku piştî serdana Serokomarê me hatine îmzekirin, xebatên koma plansaziya asta bilind a di navbera her du welatan de berdewam e.
Heftiya bê ev kom dê bicivin. Hevalên wezîr ji Iraqê û hevalên wezîr ji Tirkiyeyê dê li bin koordinasyona Wezîrên Karên Derve li Tirkiyeyê bicivin.
Em ê yek bi yek lê binêrin ka biryarên ku ji aliyê serokatiya her du welatan ve hatine girtin, ji enerjiyê heta avê, ji avê heta tenduristiyê, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê, ji têkoşîna li dijî terorê heta hevkariya ewlekariya leşkerî, çawa pêş dikevin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin