Amerîkayê kêfxwesiya xwe bo rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerikayê ya li Bexdayê, daxuyaniyek li ser rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de belav kir û pesendkirina budçeya Iraqê bikêfxweşî pêşwazî kir.
Hewlêr û Bexdayê, li ser budçeyê demek dirêj e danûstandin dikirin. Do êvarî, Parlamentoya Iraqê di bin serokatiya Mihmed Helbûsî de civiya û 58 maddeyên budçeyê pesend kirin.
Di derbarê mijarê de Balyozxaneya Amerikayê ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn: ‘‘Di Parlamentoyê de bi derbasbûna budçeya darayî ya Iraqê bo 2021an û em ji pêkanîna reformên aborî kêfxweş in ku ew ê di rojên pêş de dê bêtir rê li ber xweşî û ewlehiyê veke. Wek Amerîkayê, em li benda hevkariya xwe ya berdewam a bi Iraq û gelê Iraqê ne.”
Êvariya Çarşemê, Parlamentoya Iraqê budçeya sala 2021 pesend kir ku yek ji maddeyan (maddeya 11an) beşa budçeya Herêma Kurdistanê bû. Di maddeya 11a de, budçeya sala 2021ê ya Iraqê de, %12.67 ji budçeya federal weke pişka budçeya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin. Li gor budceya îsal a Iraqê, Herêma Kurdistanê divê 460,000 bermîlên petrolê bi nirxê SOMO li gel nîvê dahatên navxweyî bide Bexdayê û bi vê rêkeftinê, Kurdistan êdî dikare bi xwe petrola xwe bifiroşe, herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare li gel dahatên xwe yên navxwe, bêyî qutkirinê mûçeyên fermanberan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin