‘Rêkeftina Singalê ya navbera Bexda-Hewlêrê kete qonaxa bicihanînê’
PeyamaKurd – Rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ku 9ê Cothemê di navbera Hikûmeta Kurdistanê û ya Bexdayê de hatibû pêkanîn, ketiya qonaxa bicihanînê û ji bo damezrandina fermangehên hikûmetê û avakirina hêzên ewlehiyê xebat hatine destpêkirin.
Li ser bicihanîna xalên rêkeftinê qeymeqamê Şingalê yê rewa Mehma Xelîl ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku ji bo damezrandina fermangehên hikûmetê û hêzên ewlehiyê yên Şingalê, form hatine dabeş kirin û ev jî tê wateya ku rêkeftin ketiye qonaxa bicihanînê.
Mehma Xelîl gotiye, pêwîst e ew xalên rêkeftinê yên têkildarî vegera koçberan û asayîkirina rewşa Şingalê jî zûtirîn demê werin bicihanîn.
9ê Cotmeha 2020an şande hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe Rêber Ehmed li Bexdayê bi aliyên peyvendîdar ên Iraqê re ji bo asayîkirina rewşa Şingalê civiya û li ser çend xalan rêkeftin hat pêkanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin