Malikî: Kêseyên navbera Bexda û Hewlêrê li nêzîk çareser dibin!

22 March 2024 16:26 0 dîtin
Malikî: Kêseyên navbera Bexda û Hewlêrê li nêzîk çareser dibin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî di hevpeyvîneke ligel televizyoneke erebî de ragihand ku kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê wê di demeke nêzîk de çareser bibin.

 Malikî gotiye, “Girêdana destûrê dayîna mafan bi xwediyên wan li Iraqê garantî dike, ne hikûmet ne jî ti hêzeke siyasî hizir di piştguhxistina Kurdan û hişkkirina çavkaniya dahata wan de nake”.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê daye xuyakirin, “Pareke sedema destdirêjiyên li ser serweriya Iraqê rejîma ruxandî ya Iraqê ye.”

Malikî daye xuyakirin, “Em hilbijartinên pêşwext red nakin. Eger hilbijartin bên kirin, em dê tevlî wan bibin. Lê em sîstema pirbazineyî red dikin, ji ber ku bi hevsengiya pêkhata koçberbûyên Iraqê re nagunce”.

Herwiha Malikî got: “Arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li van nêzîkan çareser dibin”.