Rayedara Amerîkî: Di navbera Bexda û Hewlêrê de, ji bo çareseriyê daxwazeke rasteqîn heye

02 June 2023 17:16 0 dîtin
Rayedara Amerîkî: Di navbera Bexda û Hewlêrê de, ji bo çareseriyê daxwazeke rasteqîn heye

PeyamaKurd - Alîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf di daxuyaniyekê de got ku daxwazeke rasteqîn bo çareserkirina kêşeyan di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de heye.

Barbara Leaf ragihand, karê pêşîne yê Washington û Bexdayê nêzîkî hev e, herdu aliyan pêwendiyên xwe di warên din de wek perwerde, rewşenbîrî, av û guherînên keşûhewayê, asayîşa xurekê, rûbirûbûna teror û gendeliyê berdewam dike.

Alîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, meseleya gendeliyê li Iraqê bandorê li ser siberoja welat dike û aboriya wê têk dibe û serweriya yasayan lawaz dike, lewma jî girîng e hikûmeta nû bi awayekî cidî rûbirûyî gendeliyê bibe.

Leaf herwiha li ser pêwendiyên Bexda û Hewlêrê jî got ku daxwazeke rasteqîn bo çareserkirina kêşeyan di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de heye.