Ji Tirkiyê daxuyaniya rêkeftina Singalê ya navbera Bexda û Hewlêrê
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku ew piştgiriyê didin rêkeftina bo asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.
Efsera ji Pêwendiyan û Ragihandinê berpirs a Wezareta Derve ya Tirkiyê Şebnem Aktop di civîneke rojnamevanî da ragihand ku Tirkiye piştevaniya rêkeftina Şingalê dike û da xuyakirin ku ew ji nêzîk ve rêkeftinê dişopînin.
Şentop got: “Em piştgiriyê didin rêkeftina Şingalê ya navbera hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ku 9ê Cotmehê hatiye îmzekirin û hewldanên bo ji nû ve dabînkirina seqamgeriyê û pêkanîna asayîbûnê. Em pêşveçûnan ji nêzîk ve dişopînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin