Siyasetmedarê Iraqê: Dibe ku Amerîka ji ber rêkeftina Tehran-Bexdayê Iraqê ceza bike

12 July 2023 18:58 0 dîtin
Siyasetmedarê Iraqê: Dibe ku Amerîka ji ber rêkeftina Tehran-Bexdayê Iraqê ceza bike

PeyamaKurd - Siyasetmedarê naskirî yê Iraqê Mîsal El Elûsî îro 12ê Tîrmehê ji Şefeq News re ragihand ku rêkeftina di navbera Bexda û Tehranê de ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a Iraqê, dibe sedema binpêkirina cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê.

Elûsî gotiye: “Ji ber vetoya Amerîkayê, divê hikûmeta Iraqê bi hişyarî danûstandinê bi Îranê re bike. Binpêkirina vê vetoyê, tê wateya binpêkirina dorpêçên aborî yên Washingtonê yên li dijî Tehranê.”

Herwiha Elûsî daye zanîn: “Ev gerîna hikûmeta Iraqê li dora dorpêçên Washingtonê yên li dijî Îranê, dibe sedem ku Amerîka hin cezayên aborî û darayî li ser Iraqê bisepîne. Lê divê berjewendiyên Iraq û Iraqiyan li pêşiya berjewendiyên Îranê bên danîn.”

Mîsal Alosî piştî ku Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku hikûmetên Iraq û Îranê rêkeftinek îmze kirine ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a reş a Iraqê re hatiye.

Ofîsa serokwezîr daye xuyakirin, ev rêkeftin di çarçoveya hewlên hikûmeta Iraqê yên çareserkirina krîza dabînkirina gazê ji bo santralên elektrîkê hatiye îmzekirin.