Amerîka pabendbûna xwe bi rêkeftina stratejîk a bi Iraqê re dubare kir

13 December 2021 12:04 0 dîtin
Amerîka pabendbûna xwe bi rêkeftina stratejîk a bi Iraqê re dubare kir

PeyamaKurd –  Amerîka pabendbûna xwe bi rêkeftina stratejîk a bi Iraqê re dubare nîşan dide û tekez dike, ew Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên herêmê bi kar nayîne.

Birêvebirê Asayişa Netewî ya Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk da zanîn, Amerîka bi rêkeftina stratejîk a di navbera Washington û Bexdayê de pabend e.

Amerîka û Iraqê di çarçoveya diyaloga stratejî de li hev kirin, Amerîka heta dawiya îsal, wê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û wê tenê di warê şêwir, rahênana serbazî û şerê terorê de alîkariya Iraqê bike.

Wî berpirsê Amerîkî herwiha tekez kir, Amerîka xak, asman û ava Iraqê ji bo êrîşkirina li ser welatên herêmê bi kar nayîne.

Di berdewamiyê de eşkere kir, Piştevaniya Amerîka ji Iraqê re wê berdewam be, bi taybet di ware rûbirûbûna terorê de.

Ev daxuyaniya Mcgurk, di çarçoveya hevdîtina wî bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî de hat ku Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller jî amade bû.