Balyoza Amerîka bo hikûmeta nû ya Iraqê: Wê pêwendiyên me li gorî Peymana Stratejîk birêve biçin
PeyamaKurd - Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski, derbarê hewldanên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de daxuyanî da û got, peymana Çarçoveya Stratejîk wê riya pêwendiyên wan bi hikûmeta nû ya Iraqê re diyar bike.
Romanowski piştî ku Mihemed Şiya Sudanî yê bo avakirina hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin pîroz kir, peyamek derbarê têkiliyên hikûmeta bê ya Iraqê û Amerîkayê de belav kir û bal kişand ser Peymana Çarçoveya Stratejîk a sala 2008an hatiye îmzekirin û di 2009an de jî ketiye pratîkê.
Balyoza Amerîkî li ser hesabê Twitterê got: “Pêşveçûn di bidestxistina berjewendiyên me yên hevbeş de ji Iraqiyan re girîng e: Iraqeke ku şerê gendeliyê bike, derfetên kar peyda bike, Iraqeke bi rêya saziyên ewlehiyê yên bihêz ên hikûmetê aram be û bê DAIŞ û Iraqeke ku li hember guherîna avhewayê xweragir be.”
Hêjayî gotinê ye, 13ê Cotmehê piştî hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokomarê nû yê Iraqê, namzedê Çareçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo hikûmeta nû ya Iraqê hat raspartin ku wî jî diyar kiriye, ew dê di demeke nêzîk de hikûmetê ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin