Balyoza Amerîka: Dîyaloga hevpar a bi Iraqê re bi dawî bû

24 July 2024 18:36 0 dîtin
Balyoza Amerîka: Dîyaloga hevpar a bi Iraqê re bi dawî bû

PeyamaKurd - Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski ragihand ku diyaloga hevpar a alîkariya ewlehiyê ya navbera Amerîka û Iraqê 23yê Tîrmehê piştî danûstandina li ser dahatuya têkiliyên dualî yên ewlehiyê bi dawî bûye.

Alina Romanowski li ser medya civakî eşkere kir, “Em bi dilxweşiyeke zêde li benda karkirina bi hevparên xwe yên Iraqî re ne, ji bo pêşxistina stratejîk a ku lihevkirin ji bo veguhestina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li ser hatiye kirin.”

Hêjayî gotinê ye, di diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê de pirsa herî girîng mijara mayîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye ku demek berê jî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ev mijar bi aliyên pêwendîdar re gotûbêj kiribû. Sûdanî ji ber fişara navxwe ya Iraqê hewl dide çareseriyekê ji bo pirsa hevpeymaniya navdewletî ye.

Amerîka jî dibêje, hîn metirsiya DAIŞê berdewam e û ew ne amade ne ji Iraqê hêzên xwe vekişînin.