Balyoza Amerîka: Herêma Kurdistanê besek ji danûstandinên Amerîka û Iraqê ye

11 February 2023 15:29 0 dîtin
Balyoza Amerîka: Herêma Kurdistanê besek ji danûstandinên Amerîka û Iraqê ye

PeyamaKurd – Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina L. Romanowsk diyar kir, Herêma Kurdistanê beşeke ji danûstandinên Amerîka û Iraqê ye.

Şandeke pilebilind a Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên li Amerîkayê hevdîtin pêk anîn. Şanda Iraqî ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken civiya.

Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina L. Romanowsk derbarê mijarê de ji K24ê re nirxandin kirin û tekez kir, Herêma Kurdistanê beşeke ji danûstandinên Amerîka û Iraqê ye.

Romanowsk got: “Bêguman ev yek beşek ji danûstandinên Herêma Kurdistanê ye.

Romanowsk diyar kir, xebatên ji bo başkirina pêwendiyên Amerîka û Iraqê kêfxweş in û got, "Şanda Iraqî ya ku bi Wezîrê Karên Derve re hevdîtin kir, wê bi Cîgirên Wezîrên Xezîne û Enerjiyê û Nûnerê Taybet ê Guhertina Avhewayê re hevdîtinan pêk bînin."

Balyozê Amerîka got:

“Di hevdîtinan de wê derfeta me hebe ku em ji projeyên hikûmeta Sûdanê (Mihemed Şîya) agahdar bibin da ku sermayedarên Amerîkî werin Iraqê. Cara yekem, Çarçoveya Koordînasyonê derfet da me ku em li ser enerjî, aborî û guherîna avhewayê danûstandinan bikin.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken berî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re ji çapemeniyê re axivî û got, "Ev demeke girîng e, civîneke girîng e. Li gel Iraqê rêkeftineke çarçoveyeke stratejîk heye, lê niha me giranî daye ser rewşa aborî. Ji aliyê din yê vê rêkeftinê û li ser aboriya Iraqê, pêkvejiyana herêmê jî, "Em weke Amerîka û Iraq, tekezî li ser karê ku em dikarin bi hev re bikin ji bo guhertineke madî di jiyana xelkê Iraqê de bikin."