Nêçîrvan Barzanî, Balyoza Amerîkayê ya Iraqê qebûl kir

14 December 2022 18:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, Balyoza Amerîkayê ya Iraqê qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyoza Amerîkayê ya Iraqê û şanda ligel wê qebûl kir. Li gorî agahiyên ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û mijarên siyasî yên giştî û herêmî guftûgo hatine kirin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Nêçîrvan Barzanî îro Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski û şanda ligel wê civiya û di civînê de serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên li gel berpirsên payebilind, karnameya Hikûmeta Federal a Iraqê, karkirina ji bo bihêztirkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên ligel Herêma Kurdistanê ya li ser binemaya destûrê, pergala federalî û serdanên berdewam ên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo pêkanîna têgihîştineke hevbeş hatine nirxandin.

Hat diyarkirin ku aliyan tekezî li ser karê hevbeş a navbera Hewlêr û Bexdayê û aliyên siyasî yên welêt bi giştî kirine û li ser girîngiya piştevanîkirina serokwezîr û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal hevnêrîn bûne.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û cibicîkirina karnameya Hikûmetê û li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan jî guftûgo hatine kirin.

Hat eşkerekirin ku Nêçîrvan Barzanî li ser heyîna girîngiya têgihiştin û nêrîneke hevbeş nêrînên xwe dubare kirine û ji bo çawaniya rêvebirina welêt û rêvebirina saman û dewlemendiyên Iraqê bi awayekî ku kar û xizmetguzariyên baştir ji welatiyan re dabîn bike ramanên xwe diyar kirine ku ev bibe sedema aştî, aramî û parastina serweriya welêt.

Her wiha hat zanîn ku girîngiya parastina aramiya sînoran û karkirina hevbeş a li ser vê pirsê, pir-rengkirina çavkaniyên enerjiyê, handana sermayeguzarî û veberhênanên biyanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya birêxistina Pêşmerge û pirsgirêkên li pêşiya wan û pêwendiyên Iraqê yên ligel welatên cîran û navçeyê jî mijarên din ên civînê bûne ku bi dorfirehî hatine nirxandin.