Gera 4em a danûstandinên stratejîk a Amerîka û Iraqê îro destpê dike

23 July 2021 12:59 0 dîtin
Gera 4em a danûstandinên stratejîk a Amerîka û Iraqê îro destpê dike

PeyamaKurd – Gera 4em a danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de îro destpê dike. Di civînên îro de mijara man an vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê, yek ji mijarên sereke ye.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî diyar kir, plana berpirsên pilebilind ên Iraq û Amerîka ew e ku daxuyaniyekê belav bikin û daxwaz bikin ku hêzên şerker ên Amerîka heta dawiya îsal Iraqê bicih bihêlin, lê ew di heman demê de bi niyet in ku tekeziyê li ser mana hêzên Amerîka ji bo alîkariya hêzên ewlekarî yên Iraqê di şerê dijî DAIŞê de bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên jî daye zanîn: “Pêwîstiya me êdî bi serbazên şerker nîne” û tekez kiriye, “Pêwîstiya me tenê bi perwerde û rahênanê heye, pêwîstiya me bi wê heye ku ji asman ve alîkariya me bikin.”

Li gor rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî, biryar e daxuyanî îro Duşemê 23ê Tîrmehê li gel serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo Amerîkayê bê belavkirin ku biryar e îro li Koşka Spî li gel Serokê Amerîka Joe Biden bicive.

Herwiha berpirêsn Amerîkayê ji heman rojnameyê re destnîşan kirine, armanca daxuyaniyê ew e da ku fişara siyasî ya aliyên Şîe li ser Kazimî kêm bibe ku daxwaz dikin hemû hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin.

Li gor Pentagonê, niha nêzîkî 2,500 serbazên Amerîkayê li Iraqê hene.

Berpirsekî Amerîkî behsa wê yekê kiriye, ku Waşington dixwaze li şûna vekişîna hêzan, şert û mercên di nav daxuyaniyê de bi guhertina rola beşek ji hêzên xwe yên li Iraqê cîbicî bike.

Heman çavkaniya medyayî ji zarê berpirsekî din ê Amerîkî ragihandiye, guhertina ku Amerîka dixwaze di hêzên xwe yên li Iraqê de bike, têkiliya wê bi hejmara serbazan nîne û girîdayî rola wan hêzan e ku dixwaze rola hêzên xwe biguhere û zelal bike ku di pêşerojê de erkê wan li Iraqê dê çi be.