Amerîka ji Iraqê re: Di danûstandinên xwe yên bi hikûmeta Çînê re sînoran derbas nekin

02 December 2022 11:01 0 dîtin
Amerîka ji Iraqê re: Di danûstandinên xwe yên bi hikûmeta Çînê re sînoran derbas nekin

PeyamaKurd – Pentagon bi raportekê hişyarî da welatên Rojhilata Navîn û Iraqê ji bo di danûstandinên xwe yên bi hikûmeta Çînê re, sînoran derbas nekin.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, Çînê danûstandinên xwe yên bi welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî Iraqê, di nava sala derbasbûyî de berfirehtir kiriye, Pekîn hewl dide bi rêya aboriyê baregehên xwe yên serbazî li Rojhilata Navîn û Iraqê ava bike.

Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Colin Kahl ji rojnameya Middle East Monitor re destnîşan kir, îdareya Amerîkayê ji nêzîk ve çavdêriya danûstandinên welatên navçeyê û Iraqê ligel Pekînê dike, ji wan jî Iraq û welatên din ên navçeyê ku di encamê de bi ziyangihandina berjewendiyên Amerîkayê danûstandinên xwe yên ligel Çînê dibin asteke berfirehtir.