Balyozxaneya Amerîkayê: Em pistevaniya diyaloga Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re dikin
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û got, piştgîriyê li guftûgoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re yên di warê berhemên petrol û gazê de dikin û divê rêz li girêbestên petrolê were girtin.
Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, îro 31ê Tebaxê bi daxuyaniyekê diyar kir, Balyozê Amerîka li Hewlêrê Irvin Hicks Jr bi Wezîrê Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih re civiya û diyar kir, ew mirovekî xwedî karekî mezin ku hem di Wezareta Elektrîkê û hem jî di Wezareta Samanên Sirûştî de cih digire.
Herwiha eşkere kir: “Em piştgiriyê didin çaksaziyên ku dibin sedema baştirbûna sektora elektrîkê de û hewildanên ji bo kêmkirina derçûna gazên ku ziyanên digihînin jîngehê yên di sektora neft û gazê de.”
Di berdewamiyê de hat destnîşankirin: “Em piştevaniya diyaloga Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re yên derbarê berhemên petrol û gazê de dikin û em hevnêrîn in ku divê rêz li girêbestên hene were girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin