Balyozxaneya Amerîka: Amerîka tekeziyê li ser pistevaniya aramiyê li Rojavayê Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka li Şamê bi peyameke li ser twitterê diyar kir, Amerîka tekeziyê li ser piştevaniya aramiyê li Rojavayê Kurdistanê û çareseriya siyasî ji bo Sûriyê dike.
Balyozxaneya Amerîka li Şamê da zanîn, Cîgirê Yekem ê Alîkarê Wezîrê Karên Derve Joey Hood û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve Ethan Goldrich, bi Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed re civiya.
Balyoxaneyê eşkere kir, Amerîka piştevaniya aramiya li Rojavayê Kurdistanê dike û dê bi berdewamî alîkariyan ji bo deverên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin pêşkêş bike.
Herwiha Balyozxaneya Amerîkî li Sûriyê da zanîn, Amerîka piştevaniyê li çareseriya siyasî ji bo hemû Sûriyan dike.
Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi serokatiya Îlham Ehmed ji hefteya borî ve li Washingtonê ye û derbarê pirsa Sûriyê û çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî de hevdîtinan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin