Amerîka: Hêzên Tirk bi daxwaza Hikûmeta Iraqê li wir in…

29 July 2022 19:06 0 dîtin
Amerîka: Hêzên Tirk bi daxwaza Hikûmeta Iraqê li wir in…

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser pirsa topbarana havîngeha Perexê ya Zaxoyê û binpêkirina serweriya Iraqê bi hebûna hêzên Tirkiyê got ku hêzên biyanî bi daxwaza hikûmeta Iraqê li wê derê ne.

Ned Price di bersiva pirseke rojnamevanan de li ser mijara vekişîna hêzên Tirk ji nav axa Iraqê wiha axivî: “We piştî êrîşê, çend roj berî niha ji me bihîst ku em rêzê li binemayên serweriya axa Iraqê digirin. Em piştgiriya Iraqê dikin. Hêzên biyanî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li Iraqê ne, bi liberçavgirtina serweriya axa Iraqê.”

Price li ser krîza siyasî ya Iraqê jî diyar kir, Amerîka amade ye bi Iraqê re kar bike ji bo bidawîkirina kêşeya siyasî ya ku welat li xwe girtiye û rê li ber hewldanên avakirina hikûmeta nû dikin.