Amerîkayê, daxwaza demokrasiyê li Tirkiyeyê kir!

18 May 2023 16:30 0 dîtin
Amerîkayê, daxwaza demokrasiyê li Tirkiyeyê kir!

PeyamaKurd- Ji Amerîkayê, ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ku ma gera duyemîn û dê di 28ê Gulana 2023yan de bê kirin, daxuyaniyeke nû da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê kî di hilbijartinan de bi ser bikeve, rêveberiya wan dê xebatên xwe bi hikûmetê re berdewam bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîka dixwaze ku li Tirkiyeyê demokrasiyeke xurt bidome.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan ku beriya niha beşdarî daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên li ser Hilbijartinên Tirkiyeyê bû got ku "Kîjan alî jî di hilbijartinê de bi ser bikeve, rêveberiya Biden dê pê re bixebite û Amerîka daxwaza berdewamkirina demokrasiyeke xurt li Tirkiyeyê dike.”