Kanal 12: Îsraîlê ji Amerîkayê daxwaza mûsekên Thaadê kiriye

19 October 2024 14:02 0 dîtin
Kanal 12: Îsraîlê ji Amerîkayê daxwaza mûsekên Thaadê kiriye

PeyamaKurd – Li gor Kanala 12 ya Îsraîlê ragihandiye, Îsraîlê daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku zincîre sîstemên berevaniya mûşekî yên Thaadê bişîne ji bo xwe li hember êrîşa îhtîmal a tolhildanê ya rejîma Îranê biparêze.

Pentagonê roja yekşema bihirî piştrast kiriye ku Washingtonê sîstemeke berevaniya hewayî ya pêşketî li gel leşkerên amerîkî şandiye Îsraîlê.

Sîstema Thaadê ji ya Patrîotê pêşketîtir e û dikare qadeke mezintir bigire û bi menzîla 150 heta 200 kîlometreyan li hedefan bixe.

Di her sîstemekê de 6 fuzeyên avêtinê, 48 fuzeyên şopandinê, alavên radyoyê û pergalên radarê hene û ji bo xebatê wê 95 leşker hewce ne.

Karbidestên pilebilind ên leşkerî yên îsraîlî bi berdewamî tekez kirine ku bersiva Îsraîlê ya li hemberî êrîşeke Îranê dê “nezîk, teqez û kujer” be.

Ev daxwaz di demekê de tê ku Îran gefa bersiveke tund li her êrîşeke Îsraîlê ya piştî ya 1ê cotmehê dide.