Îsraîlê ji Amerîkayê daxwaza zêdetir mosekên 'AGM-114 Hellfire' kir

15 October 2023 16:38 0 dîtin
Îsraîlê ji Amerîkayê daxwaza zêdetir mosekên 'AGM-114 Hellfire' kir

PeyamaKurd – Medya Amerîkî ragihand ku Îsraîlê ji bo şerê dijî Hemasê daxwaza şandina zêdetir moşekên AGM-114 Hellfire kiriye.

Li gorî nûçeya ABC Newsê  Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Galant di hevdîtina telefonê ya ligel Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin de, daxwaza şandina zêdetir moşekên AGM-114 Hellfire û cebilxaneyên pêşketî kiriye.

Tê çaverêkirin ku karwaneke çekan jî ji bo Îsraîlê bi rê bike.

Lloyd Austin berî niha jî ragihandibû, ew dê ji bo Îsraîlê li hember Hemasê bi ser bikeve çi alîkarî pêwîst bike, bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî gotibû, ew dê ji bo xweparastina Îsraîlê moşk û çekan bişînin û destûrê nedin, nefreta olî jî zêde bibe.