Hikûmeta Tirkiyê du caran daxwaza alîkariyê ya Qibrisê red kir

10 February 2023 20:08 0 dîtin
Hikûmeta Tirkiyê du caran daxwaza alîkariyê ya Qibrisê red kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komara Qibrisê ya beşa Rûm ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve tê naskirin, du caran xwestiye tîman hawarçûnê û alîkariyê ji bo hevkariya erdhejên Mereşê bişîne, lê ji aliyê Tirkiyeyê ve ew daxwaz hatine redkirin.

Wezareta Derve ya Komara Qibrisê li ser medya civakî ragihand: “Tevî hewldanên me yên destpêkê yên ji bo hevkariyê hatibûn qebûlkirin jî Tirkiyeyê bi nazikî pêşniyara me ya şandina tîmên rizgarkirin û lêgerînê red kir.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Qibrisê Demetris Demetriou, Yekîtiya Ewropayê ji bo daxwaza wan a pêşîn diyar kiriye ku pêşniyara alîkariyê hatiye qebûlkirin, lê îro cara duyem pêşniyara wan hatiye redkirin.

Heta niha nêzî 100 welatan pêşniyara alîkariyê  li Tirkiyeyê kiriye ku tîmên rizgarkirinê yên bi dehan welatan jî li herêmên erdhejê dixebitin. Welatên Îsraîl, Rûsya û Ozbekistanê jî li herêmên erdhejê nexweşxaneyên sehrayê damezrandine.