Iraq | Gera duyem a danûstandinên 'vekisîna Amerîkayê' dest pê dike: Ti çare nemaye!

11 February 2024 13:00 0 dîtin
Iraq | Gera duyem a danûstandinên 'vekisîna Amerîkayê' dest pê dike: Ti çare nemaye!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 11ê Sibatê gereke din a danûstandinan ligel Washingtonê li ser mijara vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê tê lidarxistin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Xalid Yaqûbî di hevpeyvînekê de got, tevî hemû nakokî û aloziyên li navçeyê, Iraq li ser berdewamiya danûstandinên ji bo “vekişandina hêzên biyanî” rijd e, ji ber ku ti bijardeyeke din nemaye.

Şêwirmendê Sûdanî eşkere kir ku civîna îro ya hikûmeta Iraqê û nûnerên Amerîkayê, ji bo bidawîkirina erkên hêzên biyanî ye, ku civîn ji her du civînên berê berfirehtir e.

Xalid Yaqûbî got: “Nabe em çaverê bin ku ji her alî ve gef li me bê xwarin, lewma ti çareyek ji bilî danûstandinê ji bo bidawîkirina hebûna hêzên derve nemaye.”

Hêjayî gotinê ye, doh 10ê Sibatê Parlamentoya Iraqê bang li hikûmetê kir ku li hember êrîşa Amerîkayê li Bexdayê ku di encamê de 2 berpirsên Heşda Şeibî hatin kuştin, biryarnameya sala 2020an ya parlamentoyê ya ji bo bidawîkirina erkê hevpeymaniya navdewletî bicih bîne.