Husên: Dibe ku Amerîka û Iraq vegerin rêkeftina ewlehiyê ya sala 2008an

22 July 2021 10:29 0 dîtin
Husên: Dibe ku Amerîka û Iraq vegerin rêkeftina ewlehiyê ya sala 2008an

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê gotûbêja stratejîk a ligel Amerîkayê de axivî û diyar kir; Iraq û Amerîka piştî bidawîbûna hemû gerên gotûbêjê, dibe ku vegerin rêkeftina ewlehiyê ya sala 2008an.

Fuad Husên ku niha bi mebesta amadekariya birêveçûna gereke din a gotûbêja stratejîk a navbera Washington û Bexdayê li Amerîkayê ye, ji kanala El Iraqiye re destnîşan kiriye: “Ji bo rêkeftina li ser vekişîna hêzên Amerîkayê di çarçoveya gotûbêja stratejîk de gotûbêj tê kirin.”

Husên daye zanîn: “Ev gera gotûbêja stratejîk a ligel Amerîkayê, gera dawî ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê eşkere kiriye, hêzên Amerîkayê li binkeyên serbazî yên li Iraqê tune ne û ti binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li Iraqê tune ye.