Husên: Dawiya salê ti binkeyeke serker a Amerîkayê li Iraqê namîne

27 July 2021 09:29 0 dîtin
Husên: Dawiya salê ti binkeyeke serker a Amerîkayê li Iraqê namîne

PeyamaKurd –  Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên di kongreyeke rojnamevanî de li Washingtonê axivî û diyar kir: “Dawiya salê ti binkeyeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne.”

Fuad Husên da zanîn, di civînan de “Amerîkayê tekezî li ser rêzgirtina li serweriya Iraqê kir.”

Husên di berdewamiyê de eşkere kir: “Amerîkayê soz da ku li ser yekperçeyiya xaka Iraqê pabend bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê derbarê çarenivîsa binkeyên serbazî yên Amerîkayê de destnîşan kir: “Binkeyên serbazî dê bi temamî di bin kontrola Iraqê de bin” û diyar kir: “Binkeyên Hevpeymanan tenê ji bo rûbirûbûna DAIŞê tên bikaranîn.”

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Iraqê diyar kir: “Dawiya îsal ti binkeyeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne” û got: “Erkê Hevpeymanan li Iraqê tenê ji bo rahênan û şêwirmendiyê dibe.”