Hikûmeta Kurdistanê bo serdana Çînê hisyariyê dide welatiyan

01 February 2020 12:35 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê bo serdana Çînê hisyariyê dide welatiyan

PeyamaKurd - Hikûmeta Kurdistanê bang li xelkê Kurdistanê kir û hişyarî da ku welatiyên Kurd serdana Çînê nekin.

Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir, bo tenduristiya xwe vê pêlê serdana Çînê nekin.

Roj bi roj Vrûsa Koronayê zêdetir li Çînê û cîhanê belav dibe. Metirsiya wê nexweşiyê gihîştiye wê astê ku Rêxistina Tenduristiya cîhanî (WHO) rewşa awarte li seranserî cîhanê ragihand.

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê jî bang li xelkê Herêma Kurdistanê kir, bo tenduristiya xwe û dûrketin ji Vîrûsa Koronayê, vê pêlê serdana Çînê nekin û bernameya serdana xwe paş bixin.

Komîsyona Tenduristiyê ya eyaleta Hubey a Çînê ragihand ku ji ber nexweşiya koronayê 45 kesên din mirine û hejmara kesên ji ber wê vîrûsa can dane bû 249 û herwiha bi hezaran kes jî bi wê nexweşîyê ketine.