Hikûmeta Kurdistanê li zêdetirî 20 sirketên baca xwe nedidan doz vekir

19 October 2020 15:07 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê li zêdetirî 20 sirketên baca xwe nedidan doz vekir

PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku zêdetirî 20 kompaniyên ku baca xwe nedabûn, doz vekir û radestî dadgehê hatin kirin.

Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, rêveberiya giştî ya bacê îro (19 Cotmehê) zêdetirî 20 kompanî dan ber dadgehê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wan kompaniyan baca xwe nedabûn û hinekan jî bi fêl xwe ji dayîna bacê dizîbûn.

Wezareta darayî hişyarî da ku her kes û kompaniyek ku baca xwe nede dê bi tundî were sizadan.