Dr. Viyan Sebrî, namzedê PDKê yê Serokomariya Iraqê ragihand
PeyamaKurd- Seroka Firaksiyona PDKê ya Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî, namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihand.
ViyanSebrî, îro bi navbeynkariya televîzyona K24ê ragihand ku postê Serokomariya Iraqê yê PDKê hatiye diyarkirin. Sebrî da zanîn ku namzedê wan, Rêber Ehmed e û heta niha Rêber Ehmed tenê namzedê PDKê ye.
Seroka Fraksiyonê da zanîn ku komîteyek di navbera PDK, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), aliyên Şîe û Suneyan de ji bo dariştina karnameya hikûmeta nû ya Iraqê de hatiye pêkanîn.
Viyan Sebrî da zanîn ku karnameya hikûmeta bê ya Iraqê ji bo Kurdan gelek giring e, lewra gelek pirsgirêkên taybet bi Herêma Kurdistanê hene û divê di hikûmeta bê de kar li ser bê kirin. Sebrî da zanîn ku ji wan jî pirsgirêkên budce, dabeşkirina dahatên hikûmeta federalî, Pêşmerge û madeya 140 a destûrê ne.
Sebrî, postê serokwezîrtiya Iraqê jî nirxand û got,
“Çarçoveya Hevahengiyê, li ser namzedkirina Mihemed Siya Sûdanî ji bo postê serokwezîr ê Iraqê rijd e, lê bi me xweş e ku di vê derbarê de lihevkirin di navmala Şîe de hebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin