Viyan Sebrî: Piraniya wezaretên kurdan piska PDKê ne

23 October 2022 11:03 0 dîtin
Viyan Sebrî: Piraniya wezaretên kurdan piska PDKê ne

PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got ku heta niha ti demek ji bo civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo dengdana bawerîyê bo kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê nehatiye diyarkirin.

Vîyan Sebrî herwiha da zanîn ku piraniya peywirên wezaretan ên pişka Kurdan yên PDKê ne û navên wezîrên PDKê yên di kabîneya nû ya Iraqê jî Serok Barzanî diyar dike.

Sebrî ji K24ê re daye xuyakirin, divê 72 demjimêr berî rûniştina Parlamentoya Iraqê karnameya hikûmeta nû û zanyarî derbarê namzetan de bigihe destê parlamenteran, ji bo gotûbêjkirina berî civîna dengdanê.

Li ser mijara dabeşkirina peywirên wezaretan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de, di navbera PDKê û YNKê de jî Viyan Sebrî got, dabeşkirina peywiran li gor xalbendî û berkeftina hilbijartinan dibe, ji ber wergirtina peywira Serokomarê Iraqê ya ji aliyê YNKê ve, piraniya peywirên wezaretan yên pişka kurdan ber PDKê dikeve.