Viyan Sebrî: Ji bo hemû piska Kurdistanê bê sandin divê yasaya budçeyê bê sererastkirin

15 October 2023 14:02 0 dîtin
Viyan Sebrî: Ji bo hemû piska Kurdistanê bê sandin divê yasaya budçeyê bê sererastkirin

PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got, ew hewlên xwe yên bo sererastkirina yasaya bûdçeyê dewam dikin daku pişka Herêma Kurdistanê bi temamî were şandin.

Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî re ragihand, çend xal di yasaya bûdçeyê de hene ku li dijî Herêma Kurdistanê ne, Fraksiyona PDKê jî razî nebû ku bi vî awayî were pesendkirin, ji ber wê jî PDK li ser sererastkirina yasaya bûdçeyê rijd e.

Sebrî li ser daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşniyara demdirêj a girêdayî yasaya bûdçeyê û sererastkirina çend xal û bendên wê got: “Em dixwazin pişka Herêma Kurdistanê ji xerciyên rasteqîne were cudakirin û li ser dahata giştî ya Iraqê were xerckirin.”

Seroka Firaksiyona PDKê da zanîn, ji bilî mûçeyên sê mehan yên ku Iraq ji Herêma Kurdistanê re dişîne, divê hikûmeta Iraqê mûçeyên du mehên din jî ji Herêma Kurdistanê re bişîne.