Vîyan Sebrî: Wê Parlamentoya Iraqê piska Kurdistanê ya budçeyê pesend bike

31 March 2021 15:47 0 dîtin
Vîyan Sebrî: Wê Parlamentoya Iraqê piska Kurdistanê ya budçeyê pesend bike

PeyamaKurd - Seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Vîyan Sebrî got, pişka Kurdistanê di bûdceya sala 2021 ya Iraqê de dê were pesendkirin.

Li ser civîna îro ya Parlamena Iraqê ya dengdana projeyasaya budçeya 2021ê û pişka Kurdistanê, seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Vîyan Sebrî got, serokatiya parlementoya Iraqê bang li hemû endamên parlementoyê kiriye beşdarî civîna îro bin. Firaksiyonên Kurdistanî jî amade ne û hemû jî yekdeng in.

Vîyan Sebrî da zanîn, ji xwe pişka Kurdistanê ji aliyê komîsyona darayî ve hatiye pesendkirin ji ber wê jî dê ji aliyê civata giştî ya parlementoyê ve jî were pesendkirin.

Parlementera kurd da xuyakirin, Herêma Kurdistanê ti kar û reftarekî ne qanûnî qebûl nake û dixwaze her tişt li gorî Destûrê be.