''Parlamentoya Iraqê hefteya bê bo piska Herêma Kurdistanê dicive''
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê, di destpêka hefteya bê de, li ser pişka Herêma Kurdistanê ya di budçeya Iraqê de gotûbêj dike.
Li gor endamê firaksyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî diyar kiriye, hefteya bê Parlamentoya Iraqê li ser pişka Herêma Kurdistanê di budçeya sala 2021 ya Iraqê de gotûbêj dike.
Herwiha Nasir Herkî diyar kir, em ê lê binêrin ka arasteya gotûbêjê çawa ye. Ji xwe di astên cuda de jî danûstandin di navbera Hikûmetên Kurdistan û Iraqê de li ser vê mijarê heye.
Wî Parlamenterê PDKê daye zanîn, hêviya wan ew e ku budçeya Kurdistanê mîna xwe were pesendkirin û got, çimkî ev mijar bo Bexdayê jî girîng e û ew ê jî sûdê jê bibînin.
Hikûmeta Iraqê di proje qanûna budçeya sala 2021 ya Iraqê de pişka Kurdistanê 12.67% budçeya giştî li hember teslîmkirina rojane 250 hezar bermîl neft destnîşan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin