Parlamentoya Iraqê madeya budçeyê ya li ser mafên Herêma Kurdistanê pesend kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê madeya 14ê ya projeyasaya bûdçeyê ku di navbera Bexda û Hewlêrê de nakokî li ser hebûn pesend kir.
Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 241 parlamenteran xala 14 a projeyasaya bûdçeyê pesend kir. Di madeya 14 de beşa budçeyê ya Herêma Kurdistanê, kontrola dahatên petrolê û hinardeya petrola Kurdistanê cî digire ku wê di bin çavdêriya herdu hikûmetên Bexda û Hewlêrê de be.
Parlamentoya Iraqê roja 8 û 9ê Hezîranê hin madeyên budçeya sala 2023, 2024 û 2025ê pesend kirin û dengdana li ser madeyên (14, 15, 16 û 17) hatibû paşxistin.
Hêjayî gotinê ye, PDKê li ser madeya 14 ya yasaya budçeyê ku ji bo mafên Kurdistanê guhertin tê de hatibû kirin nerazîbûn nîşan dabû PDKê pêşniyareke nû kiribû û xwestibû, dabînkirina mafên darayî ji bo paşmaya mûçeyan ne tenê li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê be û bibe beşek ji pabendbûna Hikûmeta Federal.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin