Parlamentoya Iraqê îro li ser yasaya budçeyê deng dide
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemlê Parlamentoya Iraqê dicive û li ser hejmarek projeyasayan dend dide, ku mijara wê ya herî girîng guhertina yasaya bûdçeyê ya ji bo salên 2023, 2024 û 2025 e.
Li gorî karnameya rûniştina parlamentoyê ya hatiye belavkirin, civîna parlamentoya Iraqê, îro 8ê Kanûnê di runiştina xwe de, deng li ser pêşniyara yasaya barê kesayetî ya hejmar 188 a sala 1959 û projeyasaya guhertina yekem a yasaya bûdçeya giştî ya federalî ya sala 2023,2024 û 2025ê dide.
Li gor karnameyê gotûbêj û dengdan li ser projeyasaya vegerandina zevî û erdan bo xwediyê wan û projeyasaya guhertina duyem a yasaya lêborîna giştî, projeyasaya saziya îstîxbarata nîştimanî, pêşniyara yasaya guhertina duyem a yasaya pasportê û projeyasaya guhertina pêncem a yasaya balafirgeha şaristaniyê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin