Wê Parlamentoya Iraqê li ser guhertina yasaya hilbijartinê deng bide
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Adarê Parlamentoya Iraqê, wê li ser guhertina yasaya hilbijartinê deng bide.
Tevî ku heta niha hêzên siyasî yên cuda yên Iraqê, li ser çawaniya yasaya nû ya hilbijartinan li hev nekiriye jî biryara yasaya nû here ber dengdanê.
Li gorî medya Iraqê, ev guhertin li ser hêvî û tecrubeyên partiyên mezin tê kirin ku derfeta serkeftinê ya partiyên biçûk yan jî kesên serbixwe kêm dike.
Çavdêr dibêjin, pêwîstiya guhertinê bi gotûbêjkirina aliyên partiyên siyasî ve heye, nexasim di nava Hevbendiya Rêveberiya Dewletê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin