Li Parlamentoya Iraqê tenê 6 xalên yasaya budçeyê hatin pesend kirin

09 June 2023 09:21 0 dîtin
Li Parlamentoya Iraqê tenê 6 xalên yasaya budçeyê hatin pesend kirin

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê di rûniştina derbarê yasaya budçeyê ya 2023, 2024 û 2025an de, li ser hin xalên projeyasaya budçeyê dengdan kir.

Hat ragihandin ku di dengdanê de, ji 67 madeyan heta niha tenê 6 xalên budçeyê hatin qebûl kirin.

Tê çaverêkirin îro 9ê Hezîranê piştî nîvro car din dengdan li ser xalên din bê kirin.

Hêjayî gotinê ye, hîn pirsgirêk û neliheviya li ser xalên budçeyê yên girêdayî heqên darayî û mafên Kurdistanê berdewam dike.