Parlamentoya Iraqê tenê bi 30 kesan civiya: Hilbijartina serokomar hat pasxistin

07 February 2022 16:26 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê tenê bi 30 kesan civiya: Hilbijartina serokomar hat pasxistin

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê îro Duşemê 7ê Sibatê duyemîn civîna xwe ya piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê saz kir.

Di civîna ku diviyabû serokomarê nû bê hilbijartin de, ji ber boykota aliyên siyasî ji 329 parlamenteran tenê 30 kesan beşdarî kir û Desteya Serokatiya Parlamentoyê jî ji ber beşdariya kêm civîna bo dengdana serokomarê nû yê Iraqê bipaş xist.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Sûnî ya Erebên Iraqê, PDK û herî dawî jî Hevpeymaniyên Teqedum û Azim biryara boykotkirina civîna îro ya parlemenê dabûn.

Dadgeha Federalî ya Iraqê doh Yekşemê 6ê Sibatê namzediya Hoşyar Zêbarî bi awayekî demkî dabû rawestandin û heta dadweriya Iraqê pirsa namzedbûna Zêbarî yekalî bike PDKê jî biryara neçûna civîna parlamentoyê daye.