Parlamentoya Iraqê wê deng li ser proje yasaya ku Helebce bibe parêzgeh bide

14 September 2023 12:03 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê wê deng li ser proje yasaya ku Helebce bibe parêzgeh bide

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê îro wê deng li ser proje yasaya ku Helebce bibe parêzgeh bide.

Li gorî bernameya ku ji aliyê Serokatiya Parlamentoya Iraqê ve hatiye eşkerekirin, îro 6 proje yasayan dê li civata giştî bikevin dengdanê. Proje yasaya ku Helebce bibe parêzgeha 19ê ya Iraqê jî di nav xalên dengdanê de ye.

Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdullah beriya niha gotibû, di encama gotûbêjên dûr û dirêj de dengdana li ser proje yasaya derbarê Helebceyê de ket rojeva parlamentoyê.

Proje yasaya ku Helebce bibe parêzgeh di 13ê Adara 2023ê de ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve hatibû qebûlkirin û ji parlamentoyê re hatibû şandin.

Pêşnûmeya têkildar ji 4 madeyan pêk tê. Li gorî vê yekê Helebce wê bibe parêzgeha 19emîn a Iraqê û dikeve nav sînorên Herêma Kurdistanê. Navenda navçeya Helebce jî wek navenda parêzgehê hat diyarkirin.