Projeyasaya budçeya 2021ê gihîst ber destê Parlamentoya Iraqê

29 December 2020 16:12 0 dîtin
Projeyasaya budçeya 2021ê gihîst ber destê Parlamentoya Iraqê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku projeyasaya budçeya sala 2021ê ya ji aliyê hikûmeta Serokwezîr Mistefa Kazimî ve hatiye pesendkirin îro 29ê Kanûnê gihîştiye ber destê parlamentoya Iraqê. Heger projeyasa di dengdana parlamenê de bê pesendkirin, ji bo sala 2021ê ji sedî 12,6 para Herêma Kurdistanê jî tê qebûlkirin.

Cîgirsê Serokê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Beşar Kîkî ji BasNewsê re ragihandiye ku îro 29ê Kanûnê projeyasaya budceya sala 2021ê gihîştiye parlamentoya Iraqê û di yekem civîna parlamentoyê de wê xwendina yekem li ser bê kirin.

Li aliyê din Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad jî piştrast kir ku projeyasaya budceya Iraqê ya sala 2021an gihîştiye parlamentoyê ku ev çend roj in li benda wê bûn.

Hat diyarkirin piştî ku projeyasa ji lijneya darayî ya parlamentoya Iraqê re bê dayîn ew jî dê raportekê li ser amade bikin û ji bo xwendina duyem guftûgo li ser bên kirin.

Ji bo pejirandina projeyasaya budçeya 2021ê pêwîstî bi qasî mehekê heye ku piştî xwendina sêyem biçer ber dengdanê.

Beşar Kîkî daye zanîn ku heger projeyasaya budceyê pejirandina wê paş bikeve, hikûmeta Iraqê nikare mûçeyan di dema xwe de belav bike.