Hikûmeta Kurdistanê amadekariyên bo projeyasaya budçeya 2021ê gotûbej kir
PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Aboriyê ya Herêma Kurdistanê îro 12ê Çileyê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de li ser diyarkirina xetên giştî yên projeyasaya budceya sala 2021ê ya Herêma Kurdistanê û pêngavên proseya çaksazî hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raporta xwe derbarê rewşa niha ya darayî û amadekariyên projeyasaya budceya sala 2021ê pêşkêş kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina dahatan û kêmkirina xerciyên nepêwîst û rêkxistina mîlak û derxistina navên wan kesên ku bi awayekî ne rewa ji budceya giştî sûdmend bûn, dest bi hewldana xwe kiriye, da ku maf û heqên darayî yên mûçexuran werin desteberkirin, tevî xebata ji bo kêmkirina rûtînê ji serederiyn darayî.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir ku divê di amadekirina projeyasaya budceya sala 2021ê de, hemû îhtimal li ber çavan werin girtin û budceyeke rastî û şefaf be û pişta xwe bi hejmar û data û dahatên petrol û ji bilî petrolê û xerciyên rasteqîn û kurtanîn û rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê ve girê bide, ku piştî pesendkirina li Encûmena Wezîran, dê li ber Parlamanetoya Kurdistanê were pêşkêşkirin û ev budce dê bibe sedema şefafiyeta darayî ya giştî ya Herêmê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan ligel hikûmeta federalî, hemû erkên xwe yên destûrî cîbicî kirine, loma divê desthilata federal jî maf û heqên darayî yên Herêmê di çarçoveya budceya federal a sala 2021ê de dabîn bike.
Di civînê de Berpirsê Fermangeha Hemahengî û Lidûvçûnê Ebdulhekîm Xesro raportek derbarê hemahengiyên cîbicîkirina biryarên berê yên Encûmena Bilind a Aborî pêşkêş kir.
Hat ragihandin ku biryar e encama civînê, derbarê xetên giştî yên reşnivîsa budceya Herêmê de, sibe 13ê Çileyê di civîna Encûmena Wezîran de were pêşkêşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin