Hikûmeta Kurdistanê dest bi amadekirina proje budçeya sala 2022ya kir

04 November 2021 14:28 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê dest bi amadekirina proje budçeya sala 2022ya kir

PeyamaKurd – Endameke Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, Hikûmeta Kurdistanê dest bi amadekirina proje budçeya sala 2022ya Kurdistanê kiriye.

Parlamentera Kurdistanê û endama Komîsyona Darayî Lîza Felekedîn Kakeyî daye zanîn, Hikûmeta Kurdistanê ev du hefte ne dest bi amadekariyên proje budçeya sala 2022ya kiriye.

Lîza Felekkedîn Kakeyî herwiha eşkere kiriye, di amadekirina budçeya sala bê de hikûmet du senaryoyan li ber çav digire; yek li ser esasê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê û ya din jî li ser wî hesabî ku rêkeftin çênebe.

Wê endama Komîsyona Darayî, hefteya bê Wezîrê Darayî wê beşdarî civîna Parlamentoyê bibe û bi Komîsyona Darayî re li ser amadekariyên budçeya sala 2022ya bicive û agahiyan bide endamên komîsyonê.