Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi projeyên nû yên stratejîk dike

07 September 2020 10:10 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi projeyên nû yên stratejîk dike

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi projeyên nû yên stratejîk dike. Ji wan 3 proje jî dê li sînorê îdareya Germiyanê pêk were.

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, dest bi 10 projeyên stratejîk bike. Ji wan 3 proje dikevin sînorê îdareya Germiyanê.

Projeyên li îdareya Germiyanê, ji sayloyekê ku karên wê temam bûne û du proje yên rêya Kelar – Kifrî û rêya Kelar – Derbendîxanê pêk tên.

Projeya durêkirina rêya Kelar – Derbendîxan û rêya Kelar – Kifrî projeyên stratejîk in, ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ev proje berdewam bin.

Wezîrê Avakirin û Niştecîbûnê Dana Ebdulkerîm, bi mebetsa bilezkirina karên rêya Kelar – Derbendîxan serdana cihê xebatê kir.