Bi projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hilberîna çandiniyê ji sedî 8,5 zêde bû
PeyamaKurd – Bi girîngîdana sektora çandiniyê re di van du salên borî yên Kabîneya Nehem a bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, asta veberhênana sektora çandiniyê ji %8.5 zêde bûye û li gor sektorên din, kariye bikeve rêzda sêyem.
Cotkarên Herêma Kurdistanê ji pêngavên Kabîneya Nehem kêfxweş in û daxwaz dikin ku bêhtir girîngî bi çandiniyê were dayîn.
Axa Kurdistanê ji bo çandiniyê guncaw e, cotkarên Herêmê zêdekirina berhemên xwemalî girîng dibînin, di van çend salên borî de cotkaran girîngiyeke mezin dane berhemên patatan û salane 450 hezar ton derbas kirine, tevî vê yekê ji bo bi sedan karkeran bûye derfeta kar û bûye çavkaniya debara bi hezaran kesan.
Cotkarekî ji K24ê re diyar kiriye: “Ez petatan berhem tînim, bi saya vê derfeta kar ji bo gelek xortan peyda bûye, beriya du salan kar wisa nebû, niha ji ber ku kargeh hatine vekirin, karê me gelek bûye, em ji hikûmetê daxwaz dikin ku bêhtir girîngî bide sektora çandiniyê.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide li navxwe û derve bazaran peyda bike, cotkar dixwazin berhemên xwemalî zêde bikin û êdî xelk pişta xwe bi berhemên hawirdekirî girê nedin. Cotkar diyar dikin ku di Kabîneya Nehem de Serokwezîr tekezî li girîngiya sektora çandiniyê dike, ji ber vê yekê jî berhemên xwe li gor salên borî, zêdetir kirine.
Karkerekî daye zanîn ku tenê li ser vî zeviyê petatan, zêdetirî 70 karker dixebitin û destnîşan kir ku axa Kurdistanê li ser asta Iraqê ji bo berhemanîna patatan axa herî baş e.
Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de moleta şeş projeyên çandiniyê hatiye dayîn, ku ji %2,7ê hemû veberhênanê pêk tîne.
Ji bo ku sektora çandiniyê ciyê petrolê werbigre, Kabîneya Nehem sektora çandiniyê kiriye ji karên xwe yên ewil.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin