Hikûmeta Kurdistanê projeyasaya veberhênana kanyazê gotûbêj kir

12 October 2022 20:41 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê projeyasaya veberhênana kanyazê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 12ê Cotmehê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di civîna îro ya Encûmena Wezîran de reşnivîsa projeyasaya veberhênana kanzayê li Herêma Kurdistanê, ji bo gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan hat pêşkêşkirin.

Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr, girîngiya hebûna projeyasaya veberhênana kanzayê dubare kirin, ku pêngaveke girîng e ji bo berfirekirina cûreyên çavkaniyên aboriya Herêmê û rêkxistina warê veberhênanê di samanên kanzayên Herêmê de bi nêrîn û stratejiyeke nû, ku ezmûn û plan û rêkarên herî baş ên navdewletî li xwe bigre. Ji ber ku heta niha yasaya kevn a Iraqê tê bikaranîn ku ya sala 1988an e û astengiyên mezin tê de hene û bi guherînên niha nagunce.

Di civînê de hat diyarkirin ku tê çaverêkirin ev projeyasaya nû, bibe sedema misogerkirin û handana veberhênerên biyanî ji bo anîna sermayeyên xwe di vî warî de bo Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniya civîna Encûmena Wezîran de hat gotin, “Piştî gotûbêj û danûstandineke berfireh a fikr û ramanan, Encûmena Wezîran biryar da, lijneyeke taybet ji wezaretên Samanên Sirûştî, Plandanîn, Bazirganî û Pîşesaziyê û Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê û Serokê Dîwan û Sekreterê Encûmena Wezîran were pêkanîn ji bo lipeyçûna wan têbînî û nêrînên ku li ser reşnivîsa projeyasayê hatine eşkerekirin, ji bo dewlemendkirina projeyê û amadekirina reşnivîsa projeyasayê ji bo Encûmena Wezîran.”

Herwiha hat eşkere kirin ku Serokwezîrê Federal li ser daxwaza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, rizmanendî daye bi qasî 50 milyon lître nefta spî di vê mehê de weke qonaxa yekem ji Herêma Kurdistanê re bê şandin.