Hikûmeta Kurdistanê hefteya were dê li ser projeyasaya çaksaziyan bicive

20 November 2019 14:23 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê hefteya were dê li ser projeyasaya çaksaziyan bicive

PeyamaKurd - Endameka komîsyona darayî û aborî ya Parlementoya Kurdistanê ragihand, hikûmet wê hefteya bê li ser projeyasaya çaksaziyan bicive.

Parlementera kurd û endama komîsyona darayî û aborî ya parlementoya Kurdistanê, Lîza Felekedîn Kakeyî ragihand, hefteya bê hikûmet dê li ser projeyasaya çaksaziyan bicive.

Lîza Kakeyî her wiha got, piştî civînê dê ev projeyasaya di demeke kurt de radestî parlementoyê were kirin.

Wê parlementera Kurdistanê li ser wan nûçeyên ku behsa qutkirina fona karmendên Kurdistanê bi hinceta çaksaziyan dikin jî got, "Ew nûçe ne rast in û fona karmendan nehatiye qutkirin. Tenê yên ku bi awayekî ne qanûnî fonê distînin, ji wê fonê tên bêparkirin."