Hikûmeta Kurdistanê ji bo nehistina hiskesaliyê û çareserkirina krîza avê budçeya taybet terxan kir

10 August 2021 18:23 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo nehistina hiskesaliyê û çareserkirina krîza avê budçeya taybet terxan kir

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 10ê Tebaxê li Hewlêrê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku hikûmeta Kurdistanê bûdçeyeke taybet ji bo nehiştina krîza avê û hişkesaliyê terxan kiriye.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got, bi fermana serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî bûdçeyeke taybet ji bo nehiştina hişkesalî û krîza avê hatiye terxankirin û da zanîn, beşek ji wê bûdçeyê ji bo Hewlêrê hatiye terxankirin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha got ku konsolxaneya Îmaratê li Hewlêrê di çareserkirina krîza avê de alîkariya wan de dike û diyar kir, me bi vedana bîreke avê li nehiya Qûştepe ya Hewlêrê dest bi vê hevkariyê kir.

Umêd Xoşnaw da zanîn, ew bîra han di kûrahiya 670 metran de gihîşt avê, ev jî esteke metirsîdar e loma divê xelk di mijara bikaranîna avê de hestiyar bin û yên ku avê bi heder jî didin, dê bên sizadan.