PDK: Hikûmeta nû ya Kurdistanê dê çareserkirina pirsa Kerkûkê bi Bexdayê re gotûbêj bike

11 April 2019 10:43 0 dîtin
PDK: Hikûmeta nû ya Kurdistanê dê çareserkirina pirsa Kerkûkê bi Bexdayê re gotûbêj bike

PeyamaKurd - Berdevk û Endamê Polîtbûroya PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, piştî ku hikûmeta nû ya Kurdistanê ava bibe dê tavilê bo Bexdayê şandek were şandin ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê gotubêjan bike.

Mehmûd Mihemed di hevpeyvînekê de ragihandiye ku “Pêwîst e di hemû qonaxan de daxwazên Kurdistanê bên diyarkirin û kar ji bo cîbicîkirina wan bê kirin. Di qonaxa niha de jî divê em yekîtiya xwe biparêzin û PDK û YNK bi hev re kar bikin, ji ber ku bi beşdariya YNKê di hikûmeta nû de, dê hêz û piştevaniya ji bo hikûmeta nû zêdetir bibe.”

Mehmûd Mihemed dibêje hewildanên me ji bo wê yekê ne ku bilez hikûmeta Kurdistanê bê avakirin û wiha pê de çû, “Hikûmeta Kurdistanê divê bilez ava bibe ji bo ku ji bilî çareserkirina rewşa jiyana xelkê baş bibe, herwiha hejmareke pirs hene di navbera Hewlêr û Bexdayê de û divê bên çareserkirin û hikûmeta nû dê bi wî karî rabe.”

Berdevkê PDKê herweha got: “Piştî ku hikûmeta nû ya Kurdistanê ava bibe dê di cih de şandekê bişîne Bexdayê û gotûbêjan li wir bike ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê, ku PDK û YNK jî li ser vê yekê lihev kirine. Divê rewşa Kerkûkê zû baş bibe û xelkê wê vegerin ser mal û warê xwe. Divê asayişa Kerkûkê bikeve destê xelkê Kerkûkê û dagîrkariya leşkerî li ser Kerkûkê bidawî were. Divê em bi hikûmeta Iraqê re kar ji bo normalkirina û asayîkirina rewşa Kerkûkê bikin.”