Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya bîrên neftê yên Kerkûkê

15 May 2022 09:58 0 dîtin
Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya bîrên neftê yên Kerkûkê

PeyamaKurd – Hikûmeta  Herêma Kurdistanê bi daxuyanekê bersiv da buxtan û tohmetên kompaniya neftê ya Bakur a Iraqê ku hikûmeta Kurdistanê bi dest danîna ser bîrên neftê yên Kerkûkê yên Bay Hesen û Dawidgurge yên Kerkûkê tohmetbar kiribû.

 Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser mijarê da xuyakirin, “Li gorî Destûra Bingehîn ya Iraqê, serwet û samana giştî ya hemû xelkê Iraqê ye, ne yê kompaniyê ye. Kompaniya Bakur ev çend sal in bêyî ku yasaya gaz û neftê hebe, kar dike û Destûrê binpê dike. Ji ber wê jî eger bi rastî di xema çareserkirina pirsgirêkan de ne, bila li ser esasê Desturê tevbigerin.”

Adil diyar kir, karên wê kompaniyê û hinek aliyên din li dijî Herêma Kurdistanê, siyasî ye û ti bingeheka wan ya qanûnî nîne û ew tohmet û buxtanên ku li Kurdistanê dikin jî pûç û vala ne û tenê ji bo derxistina aloziyê û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê ne.