Hikûmeta Kurdistanê ji kompaniyên neftê re helwesta xwe ya çareserker ragihand

23 July 2024 12:42 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji kompaniyên neftê re helwesta xwe ya çareserker ragihand

PeyamaKurd - Şandeya danûstandinên bazirganî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên neftê, bi kompaniyên hilberînê yên neftê re civîneke frawan pêk anî.

Şandeya Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Konseya Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah, Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rahîm, Serokê Lengera Kordînasyon û Çavdêriyê Ebdulhekîm Hasro û Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Kemal Mihemmed pêk dihat, bi nûnerên hin kompaniyên hilberînerên neftê re hevdîtin pêk anî.

Jêderên nêzîkî hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin ku di civînê de mijarên wek hevkariyên hevbeş û stratejî yên di navbera Herêma Kurdistanê û kompaniyên neftê, serdan û civînên vê dawiyê yên Hewlêr û Bexdayê yên di derbarê pirsgirêkên henardekirina nefta Kurdistanê û di çarçoveya destûrê de birêvebirina karûbarên hilberîn û henardekirina neftê hatine gotûbêjkirin.

Jêderan diyar kirin ku di civînê de her wiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên neft, gaza siruştî û vegerandina henardekirina neftê hatiye kirin.

Her wiha jêderan destnîşan kirin ku şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê, helwesta ciddî ya Herêma Kurdistanê ya di derbarê çareserkirina pirsgirêkên babeta neft û gaza sirûştî tekez kiriye.