Hikûmeta Kurdistanê 5.5 milyar dînar ceza li kompaniyên diziya bacê dikirin birî

20 September 2021 00:42 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê 5.5 milyar dînar ceza li kompaniyên diziya bacê dikirin birî

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, kompanî û bazirganên ku xwe ji dayîna bacê didizîn, bi milyaran dînar hatine cezakirin.

Fermangeha medya û zanyarî ya hikûmeta Kurdistanê eşkere kir, di çarçoveya çaksazîyên di sîstema bacê de hikûmeta Kurdistanê bac bi ser kompaniyên neft, gaz, ewlehî û karmendên wan yên biyanî de sepandiye.

Fermangehê da zanîn, hikûmetê bac daniye ser kompaniyên înternet û projeyên çêkirina apartman û xaniyên modern û efûya bacê li gelek projeyan betal kiriye.

Di daxuyaniya fermangehê de hat gotin, gelek kompanî û bazirgan li ser nedayîna bacê hatine dadgehkirin û sizadan.

Herwiha hat ragihandin ku ew diravê di çarçoveya sizadana beşek ji wan kompanî û bazirganan de hatiye komkirin, derdora 5.5 milyar dînar e û ev xebat hîn jî berdewam e.