Hikûmeta Kurdistanê 2 kompaniyên hilberîn û firotina petrolê ava dike

17 June 2022 20:37 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê 2 kompaniyên hilberîn û firotina petrolê ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina du kompaniyên petrolê yên hilberîn û firotinê ketiye tevgerê.

Hat zanîn ku navê yek ji wan kompaniyên petrolê wê KROC û karê wê hilberîna petor û gaza Kurdistanê be.

Herwiha kompaniya duyem jî navê wê wekî KOMO hatiye diyarkirin ku ew ê jî karûbarên firotin û bazara petrolê bike.

Hatiye diyarkirin ku wê herdu kompiyên petrol û gazê bi hevahengî kar bikin û herwiha wê kordîneya wan a ligel Kompaniya Petrol û Gazê ya Iraqê SOMOyê hebe.

Dîsa li gorî daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê, wê ew kompanî bi Wezareta Petrol û Derametên Xwezayî ya Kurdistanê re bi kordîne bixebitin.

Hatiye diyarkirin ku pêwîste li gorî rênimayên SOMOyê Herêma Kurdistanê jî rasterast bibe yek ji pişikdarê kompaniyê û divê cîgirê serokê SOMO ya Iraqê jî Kurd be û mafê wî yê vetokirina biryaran hebe.

Herwiha hat eşkere kirin ku wê dahata petrol û gaza ji ser herdu kompaniyên nû were jî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bê birêvebirin û pêwîste bikeve hesabê Kurdistanê û bi vî awayî jî para Kurdistanê ya budçeyê ji Wezareta Darayî were şandin.